Şandeya Îranî dest bi dan û standinan bi navbeynkarê Pakistanî re kiriye û şandeya Amerîkî dest bi dan û standinan bi navbeynkarê Qeterî re kiriye.
Li gorî agahiyan, ev dan û standin li ser bingeha pêkanîna bendên peymana di nabera Amerîka û Îranê de pêk hatiye.
Hate zanîn ku Tengava Hurmizê û pereyên Cemdandî yên Îranê du mijarên serkere yên vê civînê ne.
Di derbarê vê yekê de, ajansa Bloombergê da zanîn ku li gorî rayedarekî Amerîkî, tîma Amerîkî pêşketineke erênî di dan û standinên li Dewhayê de pêk anîn.
Beqaî: Tîma Îranî ji bo pêkanîna peymana demkî dê bi qeterê re hevdîtin bike
Beriya destpêkirina dan û standinan jî, Berdevkê Wezarta Derve ya Îranê Îsamaîl Beqaî, da zanîn ku tîma Îranî dê bi Qeterê re hevdîtin bike da ku li ser cîbicîkirina peymana demkî ya di navbera Tehran û Washingtonê de nîqaş bike.
Her wiha Beqaî diyar kiribû ku mijara sereke ya vê hevdîtinê jî, wê nîqaşa azadkirina mal û milkên cemidandî yên Îranê be.
"Trump vebijêrka ji nû ve destpêkirina şer li dijî Îranê dûrnexistiye"
Tevî dan û sandinanên di navbera Amerîka û Îranê de, lê nîşaneyên ji nûve destpêkirina şer hin di rojevê de ye.
Rojnameya Wall Street Journal belav kir ku tevî dan û staninan jî, lê heta neha serokê Amerîkayê Donald Trump vebijêrka ji nû ve destpêkirina şer li dijî Îranê ji ser maseyê dûrnexistiye.
Li gorî heman çavkaniyê, egere dan û standinên Amerîka bi Îranê re bi sernekevin ew ê Trump careke din dest bi êrîşan li dijî Îranê bike.
Ji alyê xwe ve jî, Serokê perlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku ew pabendî peymana ragihandî ne lê hişiyarî da ku egere Amerîka bendê peymanê pêk nînin ew ji bo şer amadene.