Lezgin

Li Xezeyê 81 kes hatin kuştin

reset font size increase font size

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê de yên li ser Xezeyê, di nava 24 saetên dawî de 81 kesan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan jî serkirdeyekî Hemasê ye û tê naskirin bi navê Ebû Omer Alsûrî.

Wezaretê diyar kir ku zêdeyî 400 kes birîndar bûn e û tîmên ambûlans û parastina sivîl ji ber astengiyên li ser rê, bi zorê xwe gihandine mexdûran.

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê sibeha Yekşemê banga veguhestinê li şêniyên gelek taxên li bakurê şerîda Xezeyê kir. Artêşê diyar kir ku li van herêman wê li hemberî Hemasê ‘hêzeke zêde’ bi kar bînin û operasyonê dimeşînin.

Her wiha nexşeyek hate weşandin ku di serî de bajarê kevn û herêma Cîbaliyeyê gelek taxên Xezeyê bi rengê sor hatiye îşaretkirin.

Îsraîl bakurê şerîda Xezeyê valadike

Derbarê valakirina taxên Xezeyê de berdevkê artêşa Israîlê Efîxay Edruî daxuyaniyek da û got:

``Kesên li herêmên bajarê Xeze, Cebalya, û taxên Zeytûn Alşerqî, Alturkman, Altufah, Aldirc, Alsebra, Cebalya Albeled, Cebalya Alnezla, Alrewda, Alnehda, Alzihûr, Alnûr, Alselam û Tel alzeater. Ji bo ewlehiya we bi lez berê xwe bidin başûr ber bi herêma Almewasî.”

Efîxay Edruî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji xelkên Xezeyê xwest ku dev ji Hemasê berdin, ji ber ku Hemas zirarê dide jiyana wan.

Li gorî Wezareta Tenduristî ya Xezeyê di şerê Îsraîl û Hemasê yê Cotmeha 2023an de hatiye destpêkirin heta niha zêdetirî 56 hezar kes hatine kuştin û zêdetirî 132 hezar jî birîndar bûne.

Merwan Îsa

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24