Serokê bajarê Amedê yê HEP'ê Vedat Aydin di salvegera kuştina xwe ya 34'mîn de hat bibîranîn.
Li wir, malbata Aydin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn.
Paşê, hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin axivî û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got:
"Ji bo pêvajo bi ser bikeve, divê ne tenê hebûna Kurdan were qebûlkirin, di heman demê de, divê pirsgirêk bi tevahî were çareserkirin."
Herî dawî jî bang li Serokkomar û Wezîrê Edaletê kir ku dosyayên kuştinan ên berê veke û dewlet bi rengekî fermî rûbirûbûnê pêk bîne.
Gulşen Ozer: Bila rayedar pêdiviyên hiqûqî bi cih bînin û li xwe mikur bên
Hevseroka bajarê Amedê ya DEM Partiyê Gulşen Ozer jî bal kişand ser têkoşîna Vedat Aydin û ji bo avêtina gavên şênber a ji bo pêvajoya aştiyê bang kir.
Serokê bajarê Amedê yê HEP'ê Vedat Aydin, di 7`ê tîrmeha 1991`ê de, bi êşkenceyeke hovane ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.