13 kolber di 6 mehan de li sînorê Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin

Di nava 6 mehan de, 13 kolber di êrîşên hêzên dewleta Îranê de, li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kolbernewsê têkildarî binpêkirinên hêzên dewleta Îranê yên li hemberî kolberan raporek weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku di nava şeş mehên borî de, herî kêm 20 kolber û karkerên Kurd li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî.

Hat gotin ku 18 bûyer ji wan ji ber êrîşa rasterast a hêzên leşkerî yên dewleta Îranê çêbûne.

Di encamê de 13 kolber hatine kuştin û 5 kolber jî bi giranî birîndar bûne.

Her wiha herî kêm du kolberên din jî piştî ku li navçeya Şemzînanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatine desteserkirin, rastî êşkenceya fîzîkî û destdirêjiyê hatine.

Li gorî raporê, di nava qurbaniyan de 2 ciwanên 18 salî hene.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye