LI HEWLÊRÊ DRONEKE XWEKUJ HATE XISTIN

Duh derengiya şevê droneke xwekuj li nêzî balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê, hate xistin.

reset font size increase font size

Li gorî dîmenên di torên media civakî de belav bûne, dron bi rêya mûşekan hatiye xistin.

Hate ragihandin ku piştî bûyerê, hêzên ewlekariya Hewlêrê gihiştine cihê bûyerê û lêkolîn dane destpêkirin.

Li gor daxuyaniya "Dije Teror a Kurdistanê", ew dron ji bo teqandinê hatibû amadekirin lê di dema xistina wê de, tu ziyan û zirarên madî û canî çênebûne.

Di demên dawî de gelek dronên xwekuj li Herêma Başûrê Kurdistanê hatine xistin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24