4 ciwan di çemê Xazirê de xeniqîn

Li navçeya Berdereşê ya Başurê Kurdistanê 4 welatî Çemê Xazirê xeniqîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyek ji herêmê da zanîn ku li Berdereşê ya Dihokê di Çemê Xazire de 4 kes di dema avjeniyê de xeniqîne.

2 ji wan kesên xeniqîne birayên hevin.

Çavkaniyê diyar kir ku di destpêkê de yek ji wan ciwanan xeniqiye û yên din hewl dane wî xilas bikin, lê hemû li pey hev di nava avê de  xeniqîne.

Her wiha kesên ku xeniqîne xelkê Berdereşa Biçûke û termên wan hatine derxistine.

Navên 4 kesên ku li Çemê Xazirê xeniqîn wisa ne:

Usame Mihemed Ezîz 22 selî, Mehmûd Cemal Ebdulwahid 19 salî, Bîlal Kemal Mistefa 18 salî, Mihemed Kemal Mistefa 17 saliye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye