80 Welatan daxwaza vekirina Tengava Hurmizê kir

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku nêzîkî 80 welat li Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyeke hevbeş roja pêncşemê 24`ê îlonê daxwaza vekirina tavilê û tevahî ya Tengava Hurmizê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her wiha welatan êrîşên Îranê û hevalbendên wê yên Hûsî li ser herêmê û têkdana wan a ewlehiya bazirganiyê û enerjiyê ya navneteweyî şermezar kirin.

Li gorî Reutersê, Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Zeyanî li Neteweyên Yekbûyî ev daxuyanî xwend.

Dewletên Erebî yên Kendavê û hêzên mezin ên Rojavayî jî di nav piştgirên vê daxuyaniyê de bûn.

Di daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn:

"Kiryarên Îranê li Tengava Hurmizê hê jî ewlehiya navneteweyî, maf û azadiya keştîvaniyê tehdîd dikin.

Di dawiyê de, îmzekarên vê daxuyaniyê tekezî li ser pêwîstiya derbasbûna biewle û bê astengî ya keştiyan di Tengava Hurmizê re kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye