Ebas Eraqçî: Gelek surprîz di destê me de hene

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku neh roj piştî destpêkirina "şaşiya giran" bihayên petrolê du qat zêde bûne, di heman demê de bihayên hemû kelûpelên bingehîn pir zêde dibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ebas Eraqçî di postekê xwe ya li ser X’ê de diyar kir ku Îran dizane ku Dewletên Yekbûyî plan dike ku navendên wê yên petrol û nukleerî bike hedef bi hêviya ku tirsa enflasyonê ya mezin derxîne.

Eraqçî ragihand ku welatê wî bi tevahî amade ye û got: "A me jî gelek surprîzên me hene."

Wezîrê Îranî wêneyek jî li ser posta xwe zêde kir ku daneyên li ser bilindbûna bihayên petrol û sotemeniyê nîşan dide.

Ev pêşketin piştî wê yekê hat ku artêşa Îsraîlê ragihand ku wê êrîşên berfireh li ser Tehran, Îsfahan û başûrê Îranê dest pê bikin.

 

Pûtîn: Rûsya jî dikare ji rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn sûd werbigire

 

Ji alîyekî din ve li hemberî buhabûna nirxê pitrolê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn welatê xwe weke alternetîf nîşan da.

Vladîmîr Pûtîn got ku şerê bi Îranê re bûye sedema krîzeke enerjiyê ya cîhanî û hilberîna petrolê ya ku bi veguhestina bi rêya Tengava Hurmuzê ve girêdayî ye, dibe ku di demek nêzîk de bi tevahî raweste.

Rûsya duyemîn welatê herî mezin ê hinardekarê petrolê yê cîhanê ye û xwediyê rezervên gaza xwezayî yên herî mezin ên cîhanê ye.

Putin diyar kir ku Moskova amade ye ku dîsa bi Ewropayê re bixebite, ger ew bixwazin vegerin hevkariya demdirêj a ne siyasî.

Her wiha Vladîmîr Pûtîn destnîşan kir ku divê şîrketên Rûsî ji rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn sûd werbigirin, her çend wî destnîşan kir ku zêdebûna bihayê dibe ku demkî be.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye