Mîrê Kuweytê: Mafê me yê rawa heye ku em xwe biparêzin

Mîrê Kuweytê, Şêx Mişal El-Ehmed El-Cabir El-Sebah got: "Mafê me yê xwezayî ye ku em xwe biparêzin. Welatê me xeta sor e û em ê nehêlin ku ti welatek, ewlehî an aramiya wê bixe xeteriyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mîrê Kuweytê yê dewletekî Ereba, Şêx Mişal El-Ehmed El-Cabir El-Sebah, piştrast kir ku welatê wî xwedî "mafê tam xwezayî ye ku welatê xwe biparêze.

Mîrê Kuweytê tekez kir ku wê serwerî û berjewendiyên xwe biparêzin.

Şêx Meşal El-Ehmed El-Cabir El-Sebah ragihand ku êrîşên Îranê binpêkirineke eşkere ya ewlehî, serwerî û aramiya welatên herêmê ne.

Mîrê Kuweytê wiha got:

" Dewleta Kuweytê mafê xwe yê tam û xwezayî yê parastina xwe li gorî madeya (51) a Peymana Neteweyên Yekbûyî di bersiva vê êrîşa eşkere de, bi awayekî ku li gorî mezinahî û şêweyê vê êrîşê be, piştrast dike."

Her wiha Şêx Meşal El-Ehmed El-Cabir El-Sebah diyar kir ku êrîşên ku welatên xwişk hedef girtine, êrîşên li ser ewlehiya tevahiya herêmê ne û gefeke rasterast li ser aramî û aştiya wê ne.

Şêx Meşal El-Ehmed El-Cabir El-Sebah di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Hevgirtina tevahî ya Dewleta Kuweytê bi birayên xwe re û piştgiriya wê ji bo hemû tedbîrên ku ji bo parastina serweriya welatê me, ewlehiya gelên me û aramiya wan têne girtin."

Mîrê Kuweytê wiha lê zêde kir:

 

"Welatê me xeta sor e û serweriya wê bi îradeya gelê wê û mêrxasiya jin û mêrên wê tê parastin û em ê nehêlin ku ti welatek, ewlehî an aramiya wê bixe xeterê.

 

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û van êrîşên hovane rawestînin."

Di dawiyê de Mîrê Kuweytê got ku dewleta Kuweytê, bi saya Xwedê û bi saya hevgirtina wan dikare li hemberî hemû dijminên xwe bi ser bikeve.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye