Hêzên Amerîkayê li Babê serçeteykî Daiş`ê û du kurên wî kuştin

Hêzên Amerîka li bajarê Babê yê girêdayî parezgeha Helebê ya li Sûriyeyê, operasyoneke leşkerî pêk anîn, di encamê de serçeteykî DAIŞ`ê û du kurên wî hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku di êrîşê de serçeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Diyaa Zoba Muslih El Herdanî û kurên wî Abdullah û Abdulrahman El Herdanî, hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Navendî, di operasyonê de ti ziyan li sivîlan nebûye.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Michael Erik Kurilla diyar kir li her devera  ku DAIŞ lê hebe ew ê wan bişopînin. 

Her wiha diyar kir ku  ev operasyon beşek ji şerê berdewam ê li dijî DAIŞ`ê ye.

Kurilla tekez kir ku Amerîkayê, bi hevkariya hevalbendên xwe yên li herêmê, wê  armanca diyarkirî ya  jiholêrakirina DAIŞ`ê  û pêşîgirtina li gefên wê yên li herêmê  dê bidomîne.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24