Lezgin

Li Îranê di mehekê de 152 kes hatin bidarvekirin

reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê eşkere kir ku di mehekê de 152 kes hatine bidarvekirin.

Li Îranê roj bi roj hejmarek kes têne bidarvekirin û li gor vê reporta nû her roj 5 kes ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan di raporekê de ragihand ku Îran gelek eşkence li dijî sivîlan dimeşîne. Li gorî (IHR) di meha Gulanê de 152 kes li hemû deverên Îranê hatin bidarvekirin, di nav wan de, 19 welatiyên Belûc, 9 welatiyên Kurd, 5 welatiyên Afgan, 4 jin, 2 welatiyên Ereb, 1 welatiyê Tirkmen û 1 welatiyê ne Îranî ne, ji van kesan 68 kes bi sûcên têkildarî narkotîkê, 74 ji ber sûcê kuştinê, 4 ji ber sûcên têkildarî ewlekariyê, gendeliya li ser axê, serhildan û sîxuriya ji bo Îsraîlê û 6 jî ji ber destdirêjiyê hatine îdamkirin.

Rêjîma Îranê her tim van sûcên mirovî vedişêre û ragihand ku tenê wê 15 kes bidarvekiriye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê piştrast kir ku Tehran darvekirinan ji bo tirsê di civakê de çêbike bi kar tîne, (IHR) anî ziman ku yên tên darizandin, darizandineke adîl nagirin û gelek caran di nava beşên herî qels ên civakê de cih digirin.

Di mehên dawî de, zêdebûna bidarvekirinê her wiha derxistin û erêkirina cezayên îdamê yên li dijî girtiyên siyasî yên li Îranê, li hundir û derveyî welêt rastî pêleke nerazîbûnê hat.

Çend bajarên cîhanê wek Kopenhagen, Stockholm, Manchester, Parîs û Melboûrne bûn şahidê xwepêşandanên ku ji aliyê alîgirên Rêxistina Mucahîdên Xelq a Îranê û piştgirên berxwedana Îranê ve hatin lidarxistin.

Egîd Xelîl

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24