Libnanê êrîşa Îsraîlê ya li ser zanîngeha Libnanê şermezar kir

Serokkomarê lubnanê Joseph Aoun êrîşa Îsraîlê ya li ser zanîngeha Libnanê şermezar kir

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Zanîngeha Lubnanê weke "Rûpeleke nû ya êrîşa li dijî sivîlan" pênase kir û ragihand ku ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

 

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ragihand ku roja pêncşemê di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de 70 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşan de Dekanê Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Libnanê Dr Huseyîn Bezzi û hîndekarê fakulteyê Prof. Dr. Murteza Sirur jî jiyana xwe ji dest dan.

Serokkomar Joseph Aoun êrîşa li ser Zanîngeha Libnanê şermezar kir û got:

"Bûyerên li Fakulteya Fenê qewimîn sûcek e ku ji her alî ve divê bê şermezarkirin. Binpêkirina eşkere ya pîvan û qanûnên navneteweyî ye ku êrîşên li ser sivîlan û saziyên perwerdeyê qedexe dikin. Ev yek di mijara êrîşa li dijî sivîlan de vekirina rûpelekî nû ye."

Aoun, destnîşan kir ku êrîş li dijî pîvan û hiqûqên navneteweyî ye û careke din bi bîr xist ku divê sivîl bêne parastin.

 

 

 

.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye