Serokê Hilbijartî yê CHP’ê Ozgur Ozel, di Civîna Koma Meclîsê de li ser mijarên rojane axivî.
Ozgur Ozel da zanîn ku ew ji dema ku îmzeyên pêwîst radest kirine û vir ve li benda dîroka kongreyê ne.
Ozel her wiha bal kişand ser mijara tayînkirina partiye û got, tu aliyê wê yê ku were îzahkirin nîne ku mirov partiyê bi tayînkirinê bi rê ve bibe. Ozel bibîrxist ku 520 kesên deng dane Kemal Kiliçdaroglu ji bo kongreyê îmze dane.
Ozel got ku, berî hilbijartin were ragihandin, partiyek ku karmendên sindoqan amade dike û hemû amadekariyên xwe temam dike, gelo meriv dikare wiha li ser vê partiyê bike? Pêwîstiya me bi biryardarî çûna kolanê, gel û ragihandina gel heye.
Ozgur Ozel her wiha di derbarê muçeyan de jî wiha axivî.
‘’Berî hilbijartinê gelek soz hatin dayîn lê hatin jibîrkirin, karker û kedkar bi krîzeke mezin re rûbirû hatin hiştin. Ger CHP li desthilatê bûya, me mûçeya herî kêm a 39 hezar TL îro dikir 45 hezar û 800 TL. Em careke din ne tenê ji desthilatê, ji hemû partiyên siyasî re daxwaza zêdekirina mûçeyan.’’
Di derbarê operasyonên li dijî CHP’ê de jî Ozel got, ev meseleya di navbera me û li qesrê û Tayyîp Erdogan de ye.
‘’Meseleya me ya esasî ne bi kesên ku bê hilbijartin hatine wir, lê bi yên ku ew anîne wir e. Me malperek vekir ew dan girtin. Ya duyemîn me vekir, ew jî li ba butlanciyan ma. Niha ya nû me vekir: Wan digot ew ê me rawestînin. Heta ku ev gel piştgiriya me bike em ranawestin.’’
Ji hêla din ve, lijneya Giştî ya Rêveberiya CHP’ê bi serokatiya Kemal Kiliçdaroglu civiya.
Di nav rojevên civînê de, geşedanên dawî ên li herêmê, bûyerên di nav CHP’ê de qewimîn, rewşa lijneyên dîsîplînê ên navendê, salnameya xebatên kongereyê cih digirin.
Di civînê de her wiha ji bo hin endamên partiyê biryara dîsîplînê, di derbarê hin serokatiyan de biryara ji peywirê dûrxistinê û peywirdarkirinên nû hatin axaftin.