FÛAD HUSÊN: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

Ev 4 roj in, şerê di navbear Îsraîl , Amerîka û Îranê de dewam dike. Ji ber vî şerî, Rojhilata Navîn bi giştî zirarê dibîne. Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fûad Husên jî eşkere kir ku Hewlêr li rastî êrîşên dijwar hatiye û bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, Îraq û Başûrê Kurdistanê jî bandor dike û agirê şer her ku diçe gurtir dibe.

 

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fûad Husên bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Ziyad re axivî.

 

Di peywendiya telefonê de, Fûad Husên eşker kir ku Hewlêr û deverên din yên Îraqê bi êrîşên dijwar re rûbirû mane.

 

Hewlêrê ji hêla zêdetirî 70 dron û mûşekan ve hatiye hedefgirtin.

 

Her wiha li beramberî gotinên wî, Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah bin Zayed El Nehyan jî eşkere kir ku welatê wan bi nêzîkî 800 mûşek û dronan hatiye bombebarankirin.

 

Îranê êrîşî kampeke Hizba Demokrat a li Koyê kir

 

Îro danê sibehê Dewleta Îranê bi rêya 3 dironên bombebarkirî êrişî kampa Azadî ya Hizba Demokrata Kurdistan ya Îranê, ya li navçeya Koye ya bi ser Hewlêrê kiriye.

 

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, têkildarî êrişî Qeymeqamê Koye Tariq Heyder agahî dan Rojnews’ê û got:

 

"Yek ji dironan li navenda tendirustî ya kampê ketiye, dironek din li depoyek ketiye.

 

Tu ziyanên canî tune, tenê kesek bi sivikî birîndar bûye."

 

Li Hewlêrê sê dron ji aliyê parastina hewayî ve hatin xistin

 

Her wiha duh bi şev dengê teqînên mezin li Hewlêrê hate bîhîstin.

 

Hate zanîn ku sê dron ji aliyê parastina hewayî ve hatiye xistin.

 

Ji destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê, baregeha leşkerî ya hêzên Amerîka ya li Hewlêrê rastî êrîşên mûşek û dronên Îranê hatiye.

 

Lê hemû dron û mûşekên Îran û komên çekdar yên Îraqê ji aliyê parastina hewayî ya hêzên DYA’yê ve hatine xistin.

 

Ji duh ve çendîn car hêzên Eniya Berxwedana Îraqê ku nêzîkî rejîma Îranê ne, berpirsiyariya êrîşên li ser baregeha leşkerî ya hêzên DYA’yê girtin ser xwe.

 

Li Musil û Kerkûkê baregehên Heşdî Şebî hatin bombebarankirin

 

 

Li aliyekî din jî duh bi şev carek din li Musil û Kerkûkê baregehên Heşdî Şeebî ji aliyê DYA û Îsraîlê ve hatin bombebaran kirin.

 

Tê gotin êriş bi rêya balafirên bê mirov ên DYA û Îsraîlê ve pêkhatiye û tiştek bi kesê nehatiye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye