Şerê Îran û DYA-Îsraîl kete roja xwe ye 4'an. Şer di roja xwe ya 3'yan de jî bi dijwarî berdewam kir.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) diyar kir ku ji bo kêmkirina şiyanên mûşekên balîstîk ên Îranê, bombeyên B-1 ên Amerîkayê li kûrahiya Îranê êrîş pêk anîne.
Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê jî got ku ji destpêka operasyonan ve, hêzên hewayî yên Îsraîlê zêdetirî 600 hedefên Îranê kirine armanc.
200 Sîstemên parastina hewayî li Îranê hatine hedefgirtin
Di nav wan de; bombebarankirina zêdetirî 20 cihên girêdayî fermandarên leşkerî yên Îranê û zêdetirî 150 mûşekên erd-erd, her wiha wêrankirina zêdetirî 200 sîstemên parastina hewayî hene.
Turmp: Em ê êrîşên xwe li ser Îranê zêde bikin
Di heman demê de, Turmp ji CNN`ê re got ku wan hîn dest bi lêdana tund li ser Tehranê nekiriye û wê êrîş zêde bibin.
Piştre Trump li Qesra Spî goti ku ew ji şandina hêzên Amerîkî bo nav axa Îranê natirse û "eger pêwîst be" dê dudilî neke.
Li asîmanê Kuweytê 3 balafirên şer ên Amerîkî hatin xwarê
Yek ji bûyerên herî berbiçav ên roja 3`an ragihandina xistina hejmarek balafirên şer ên Amerîkî li Kuweytê bû.
Piştî wê, CENTCOM'ê ragihand ku sê balafirên Amerîkî li ser Kuweytê bi şaşî bi "agirên dostane" hatine xistin.
Di vê navberê de, Artêşa Amerîkayê mirina 4 leşkerên xwe, bêyî diyarkirina nasnameyên wan,qebûl kir.
Birsebi, Tel avîv, Qudis û Celîlê hatin bombebarankirin
Subeha Pasdarên Şoreşê yên Îranê diyar kirin ku wan navendeke ragihandinê ya artêşa Îsraîlê li Birsbi û 20 hedef li Tel Avîv, Qudis û Celîlê bombebaran kirine.
Di heman demê de Pasdarên Şoreşa Îranê ragihandibû ku wan ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hedef girtiye.
Baraneke mûşekan depoyên piştgiriya leşkerî yên li herêma Kendavê hedef girt
Li gorî Televîzyona Îranê jî, baraneke mûşekan li navendên îstîxbaratê yên Amerîkî û depoyên piştgiriya leşkerî yên li herêma Kendavê hedef girtine.
Artêşa Îranê eşkere kirin ku wan baregeha hewayî ya Elî El Salem a Amerîkî li Kuweytê kiriye hedef.
Îranê her wiha daxuya kirin ku wan 7 balafirên bêpîlot xistine xwarê, bi vî awayî hejmara giştî ya balafirên bêpîlot ên ku ji destpêka şer ve xistine xwarê gihîştiye 29'an.
Şêwirmendê Fermandarê Pasdarên Şoreşa Îranê: 560 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û birîndarkirin
Her wiha şêwirmendê fermandarê Pasdarên Şoreşa Îranê eşkere kir ku ji dema êrîşan ve, wan 560 leşkerên Amerîkî kuştine.
Di kêliyên dawî yên roja Duşemê de, şêwirmendê fermandarê Pasdarên Şoreşa Îranê girtina Tengava Hurmuz ragihand û got ku welatê wî dê her keştîyek ku hewl bide derbas bibe hedef bigire.
Di encama êrîşên bê firokevan û mûşekên deryayî yên Îranî de, roja duşemê çend cih û tesîsên girîng li herêma Kendavê rastî bûyerên ewlehiyê yên hevdem hatin.
Wezareta Parastinê ya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî êvarê ragihand ku wan 174 mûşekên balîstîk ên Îranê tespît kirine, ku 161 ji wan hatine îmhakirin, her wiha 13 mûşek jî ketine deryayê.
Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Birîtaniyayê (UKMTO) jî, eşkere kir ku du top li keştîyek li bendera Behreynê ketine.
Heyva SOR a Îranê: Herî kêm 555 kes di êrîşan de hatine kuştin
Di derbarê wendahiyên sivîl li Îranê, Heyva Sor a Îranê ragihand ku ji roja Şemiyê ve di êrîşên hewayî yên ku zêdetirî 131 bajarên Îranê kirine hedef de, herî kêm 555 kes hatine kuştin û bi sedan kes ku din wan de Serokê xizmetên awarte jî, birîndar bûne.