Karbidestekî Îsraîlî da zanîn ku di dawiya operasyonê de, çalakvanên ku li ser keştiyê bi ewlehî veguhestin bendera Aşdodê ku li wir ji hêla polîsên Îsraîlê ve têne lêpirsînkirin.
Rêxistinvanên filoyê jî, êrîşa neqanûnî ya li ser xebatkarên alîkariyê yên bêçek, şermezar kirin.
Keştiyên Filoya Sumud ji bo dorpêçê bişkînin û alîkariyên mirovî bigihînin, ber bi Xezeyê ve bi rê ketibûn.
Ji 7'cotmeha 2023'an ve, şerê Xezeyê berdewam dike û di encama vî şerî de, di nav de jin û zarok 66 hezar kes hatine kuştin.
Her wiha li gorî Tora Nûçeyan a Filistînê, ji destpêka şer ve, 254 rojnamevan hatine kuştin.