Di teqîna zanîngeha Tehranê de kesekî jiyana xwe ji dest da

Duh Berdevkê Rêxistina Agirkujiyê û Hawarhatinê ya Tehranê ragihand ku teqînek li Zanîngeha Tehranê çêbû, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û du kesên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her wiha Serokê Rêxistina Agirkujiyê û Hawarhatinê ya Tehranê Celal Malikî diyar kir ku ew rûdan ji ber teqîna kepsûlekî hîdrojenê ya li zanîngeha Tehranê pêk hatiye.

Celal Malikî eşkere kir ku ji bilî zirarên canî, gelek zirar gihîştine dîwar û pencereyên avahiyê.

Serokê Rêxistina Agirkujiyê û Hawarhatinê ya Tehranê Celal Malikî got ku birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û rewş niha di bin kontrolê de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye