Bûyerên darvekirinê rojane li Îranê çêdibin, ne tenê li dijî Kurdan, li hember Efgan, Belûç û Ereban jî pêk tê. Roj bi roj ev rêjeya darvekirinê zêdetir dibe.
Li gorî Hengawê, di Îlona 2025'an de herî kêm 187 girtî hatine darvekirin. Ji van girtiyan nasnameya 181 girtiyên darvekirî hatine eşkerekirin û nasnameya 6 girtiyên din jî di vekolînê de ye. Ji van darvekirinan 14 bi nepenî, bêyî agehdarkirina malbatên wan, hatin birêvebirin.
Di vê mehê de, sê girtiyên siyasî, du girtiyên olî, û herî kêm şeş jin jî li girtîgehên Şîraz, Îsfehan, Tewrêz, Qezwîn, Zencan û Sebzewarê hatin darvekirin.
Dewleta Îranê herî zêde kesên xwedî netewên cuda bi darve dike
Hengawê ragihand ku 23 girtiyên Lor, 15 girtiyên Tirk û 14 girtiyên Belûç hatine darvekirin.
Hengawê destnîşan kir ku 92 girtiyên bi îdîaya maddeyên hişbir re têkîldarin û 90 kes jî ji ber kuştina bi qest hatine darvekirin.
Bi giştî li 26 parêzgehan cezayê darvekirinê hatine cîbicîkirin û herî zêde rêjeya darvekirinê li parêzgehên Fars pêk hatiye.