Mehmûd Cemîl: Di vê heftiyê de wê 725 malbatên Serê Kaniyê vegerin malên xwe

Berdevkê komîteya koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ragihand ku amadekarî tên kirin ku di vê heftiyê de 725 malbatên koçberên Serê Kaniyê vegerin malên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mehmûd Cemîl diyar kir ku koçber wê ji kampên Hesekê vegerin gundewarê Serê Kaniyê, Til Temir û Zirganê.

Cemîl got ku hejmara destpêkê ya malbatên ku biryar bû vegerin hezar û 35 bû, lê hinek ji wan hîn jî karûbarên pêwîst ên vegerê temam nekirine.

Her wiha komîte li benda hevrêziya bi şandeya serokatiyê û komîteya berpirsiyar re ye, da ku pirsgirêkên di vegera koçberên cara destpêkê de rû dabûn, dûbare nebe.

Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê tekez kir ku proseya heyî ya vegerê, hem aliyên ewlehî û lojîstîkî, hem jî dabînkirina veguhastin û alîkariya darayî ji bo malbatan li xwe digire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye