Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê bîlançoya bidarvekirinan a meha tebaxê ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kir.
Hingawê ragihand ku di meha tebaxê de herî kêm 89 girtî li zindanên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.
Ev hejmar li gorî meha tîrmehê bi qasî %32.84 zêde bûye ku wekhevî 22 dozên bidarvekirinê yên zêdetir e.
Hingawê diyar kir ku ji wan 89 girtiyên bidarvekirî, nasnameyên 88`an hatine piştrastkirin û nasnameya girtiyekî din hîn jî di bin lêpirsînê de ye.
Rêxistinê lê zêde kir ku ji tevahiya 89 girtiyên ku di meha tebaxê de hatine bidarvekirin, tenê 8 bidarvekirin di çavkaniyên fermî yên Îranî de hatine ragihandin.
Dabeşkirina bidarvekirinan li gorî tawanan
Di meha tebaxê de, herî zêde girtî bi tawanên têkildarî madeyên hişber hatin bidarvekirin, bi hejmara 42 bidarvekirinan anku wekhevî 47.19% ji tevahiya bidarvekirinan.
Her wiha 39 girtî ji ber tawana kuştina bi zanebûn hatin bidarvekirin.
6 girtî ji ber sedemên siyasî û tawanên sîxuriyê hatin bidarvekirin.
2 girtî bi tawana diziya çekdarî hatin bidarvekirin.
Dabeşkirina bidarvekirinan li gorî netewe û nijadan
Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê hejmara girtiyên bidarvekirî li gorî netewe û nijadan jî weşand.
Di meha borî de, herî kêm 22 girtiyên Faris li zindanên Îranê hatine bidarvekirin, ku ev yek bi qasî 24.72% ji tevahiya bidarvekirinan e.
Her wiha 20 girtiyên Kurd, 17 girtiyên Azerî, 7 girtiyên Gîlak û Mazanî, 6 girtiyên Belûç, 4 welatiyên Efxanî û girtiyekî Ereb hatine bidarvekirin.
Li rex vê jî, neteweyên 12 girtiyan hîn jî nehatine piştrastkirin.
Dabeşkirina bidarvekirinan li gorî zindanên parêzgehan
Di heman demê de, Hingawê hejmara bidarvekirinên meha tebaxê li gorî zindanên li parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî belav kir.
Li ser asta Îranê:
Di meha borî de, herî zêde bidarvekirin li zindanên parêzgeha Esfehanê hatine tomarkirin, bi hejmara 11 bidarvekirin.
Li zindanên parêzgeha Xorasana Rezewî 10 bidarvekirin, li zindanên parêzgeha Elburzê 8, li zindanên parêzgeha Semnanê 7, li zindanên parêzgehên Faris, Erdebîl û Azerbaycana Rojhilatî her yek 6 bidarvekirin, li zindanên parêzgehên Gîlan û Xozistanê her yek 5 bidarvekirin, li zindanên parêzgehên Sîstan û Belûçistan, Zincan û Kuhgîlûyê û Bowîr Ehmed her yek 3 bidarvekirin, li zindanên parêzgeha Mazinderanê 2, li zindanên parêzgehên Yezd, Qum û Qezwînê her yek bidarvekirinek lê hatiye tomarkirin.
Bi giştî li Îranê 78 girtî hatine bidarvekirin.
Li ser asta Rojhilatê Kurdistanê:
Li zindanên parêzgeha Loristanê 4 girtî hatine bidarvekirin, li zindanên parêzgeha Îlamê û bajarê Urmiyê her yek ji wan 3 girtî li zindanên wan hatiye bidarvekirin û li zindanên parêzgeha Kurdistanê jî girtiyek hatiye bidarvekirin.
Bi giştî li Rojhilatê Kurdistanê 11 girtî hatine bidarvekirin.