Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 29’ê tîrmehê de li dijî Şaredariya Etîmesgutê ya CHP’ê lêpirsîn dabû destpêkirin.
Di encama vê lêpirsînê de 55 kes hatibûn binçavkirin.
Di nav van 55 kesan de 44 kes ji bo darizandinê hatin birin ji bo dadgehê.
Ji van 44 kesan serokê Şaredariyê Erdal Beşîkçîoglu jî di nav de, der barê 40 kesî de biryara girtinê hat dayîn.
14 kes jî bi mercê kontrola edlî serbest hatin berdan.