Di lêpirsînên şaredariyên CHP'ê yên Menderes û Avcilarê de 22 kes hatin girtin

Li Îzmîrê, di çarçoveya lêpirsîna li dijî şaredariya Menderesê de şaredarê CHPyî Îlkay Çîçek jî di nav de 10 kes hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê beriya sê rojan şaredarê navçeya Menderesê ya CHPyî Îlkay Çîçek jî di nav de 15 kes binçav kiribû.

Ev 15 kes bi tohmeta avakirina rêxistineke sûcê, endamtiya rêxistineke sûcê, bertîl, zordestî, sextekariya belgeyên fermî, xirab bikaranîna erkê giştî hatibûn binçavkirin.

Îro sibê hemû kesên ku prosedurên ê binçavkirinê qediyan, anîn dadgehê.

Dozgeriyê 15 kesan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.

Dadgehê şaredar Îlkay Çîçek jî di nav de ji bo 10 kesan biryara girtinê da.

Ji aliyeke din jî CHPê ji bo bi awayekî daîmî Çîçek ji kar dûr bixe, wî sewqî lijneya dîsîplînê ya CHP`ê kir.

Disa di lêpirsîna Şaredariya Avcilarê de jî, ji bo 12 kesan biryara girtinê hat dayîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye