Di lêpirsîna Ahbabê de tevî Oguzhan Ugur 7 kes hatin binçavkirin

Binçavkirinên di çarçoveya lêpirsîna li ser Komeleya Ahbapê de berdewam dikin. Di nav de pêşkêşvanê Babala TV Oguzhan Ugur ê ku li ser platformên medyaya civakî weşanê dike, 7 kes hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gumanbarên ku hatine binçavkirin, piştî kontrolên tenduristiyê,ji bo Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê ya Vatanê hatin birin.

Ji aliyekî din ve, di lêpirsîna Komeleya Ahbapê de, 2 roj berê, tevî avakerê komeleyê Haluk Levent 14 kes hatibûn girtin.

Di lêpirsînê de, îdiayên der barê bikaranîna bexşên erdhejê û veguhastina pereyan a bi mîqdarên mezin, tên lêkolînkirin.

Bavê Ogûzhan Ugur, Atîlla Ugur, serfermandarê leşkeran bû û di salên 90’î de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê fermana gelek windakirina kesan, şewitandina gundan û bûyerên êşkenceyê dabû.

Atîlla Ugur di Doza JÎTEM’ê ya Qoserê de dihat darizandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye