Hêzên Îranê parêzereke Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê girt

Di berdewamiya girtina welatiyan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, dewleta Îranê di demên cuda de 7 kes girtin, ku di nav wan de parêzereke Kurd jî heye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê ragihand ku roja pêncşemê, 27'ê tebaxê, welatiya Kurd a bi navê Raziye Haşimî ku bi Roya jî tê nasîn, bêyî ti fermanê, ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hate girtin û ji bo cihekî nediyar hate veguhestin.

Raziye Haşimî parêzer e û ji bajarê Abdanan ê ser bi parêzgeha Îlamê ve ye.

Her wiha agahiyên li ser sedema girtinê, cihê girtinê û çarenûsa vê welatiya Kurd tune ne.

Hêzên Îranê 5 welatiyên kurd li Merîwanê girtin

Her wiha heman rêxistinê da zanîn ku roja şemiyê 29'ê tebaxê derdora demjimêr 5'ê sibehê, hêzên îstîxbarata Îranê êrîşî gundê Serdûş ê girêdayî bajarê Merîwanê yê ser bi parêzgeha Kurdistanê ve kirin.

Di êrîşê de herî kêm pênc welatiyên bi navên Azad Newrozî, Zanyar Towana, Poya Kake Mihemedî, Zanyar Qadirî û Şîrzad Ebdî hatin girtin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhestin.

Heta niha, der barê sedemên girtinê û çarenûs û cihê van her pênc welatiyan de ti agahî tune ne.

Noqavan Necme Sadat Bunyan ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin

Her wiha Hingawê eşkere kir ku, roja şemiyê 29'ê tebaxê, jina bi navê Necme Sadat Bunyan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate girtin.

Necme Sadat Bunyan di pêwendiyeke telefonî ya kurt de bi xizmên xwe re ragihand ku ew bo beşa jinan a Zindana Spîdar a Ehwazê hatiye veguhestin.

Necme Sadat Bunyan ji bajarê Dêzfol ê ser bi parêzgeha Xozistanê ve ye û ew di warê noqavtiyê de çalak e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye