
Komeleyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku kesên windabûyî ne ji aliyekî ti şerên çekdarî ve bûn, berevajî vê ew stûnên civakê bûn û sivîlên bi tena xwe bûn.
Komeleyê bangên lezgîn kirin û wiha got:
"Divê Hikûmeta Veguhêz, bi rêya saziyên xwe ji bo avakirina komîteyeke taybet gavan biavêje û li ser dosyayên kesên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine windakirin, bixebite û çarenûsa wan eşkere bike".
Her wiha Komeleyê daxwaza dabînkirina piştgiriya derûnî ji bo malbatên kesên windabûyî kir.
Di dawiyê de jî komeleya Miştenûrê bang kir ku çi kesên li pey revandina wan sivîlan bûn, divê bi awayekî qanûnî werin darizandin.