Qubad Talebanî der barê serdana xwe ya Enqereyê de daxuyanî da

Piştî rêzehevdîtinên serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin ên li Başûrê Kurdistanê, şandeyeke YNK'ê bi serokatiya Qubad Talebanî çû Enqereyê. Şandeya YNK'ê bi wezîrê karê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re civiya û der barê de Qubad Talebanî daxuyanî da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî rêzehevdîtinên serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin ên li Başûrê Kurdistanê, şandeyeke YNK'ê çû Enqereyê.

Şandeya YNK'ê ji Qubad Talebanî, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û endamê Nivîsgeha Siyasî ya YNK’ê Derbaz Kusret Resûl pêk dihat û digel wezîrê karê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan civiyan.

Der barê gotûbêjên navbera herdu aliyan de, Qubad Talebanî bi daxuyaniyekê tekez kir ku ew ê nebin beşek ji pevçûn û aloziyan. 

Di daxuyaniya Qubad Talebanî de ev tişt hat gotin:

"Di civînê de, me amadebûna Herêma Kurdistanê û YNK’ê ji bo her cure piştgirîkirina serkeftina pêvajoya aştiyê anî ziman.

Me hêvî kir ku qonaxa nû têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de xurttir bike, bi taybetî jî parêzgeha Silêmaniyê, di warên bazirganî, veberanîn, xwendina bilind û geştiyariyê de.

Pêvajoya aştiyê li Tirkiyê pêvajoyeke girîng û dîrokî ye û em bi baweriyeke mezin û hêviyeke mezin lê dinêrin. 

Der barê rewşa herêmê de, me helwesta xwe tekez kir ku em ê nebin beşek ji pevçûn û aloziyan. 

Li şûna wê, em ê bi hevkarên xwe re bixebitin da ku aştî û aramiya herêmê biparêzin.

Der barê avakirina hikûmetê de, me tekez kir ku divê alî rewşa nû ya herêm, Îraq û Kurdistanê berçav bigirin, da ku ji bo avakirina hikûmeteke nû lez bikin. 

YNK amade ye li ser bingeha hevpariyeke rastîn beşdarî hikûmetê bibe."

2'ê tîrmehê, serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin serdana serokê YNK'ê Bafil Talebanî kir.

Wê demê jî, di dawiya civînê de herdu aliyan li ser wê yekê li hev kiribû ku li ser bingeha parastina berjewendiyên bilind peywendiyên dualî bêhtir werin bipêşxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye