Festîvala Giyayên Biharê û Xwarinên Kurdewarî li Binarê Qendîlê di roja 3`yan de berdewam e.
Di berdewamiya çalakiyên festîvalê de semînereke taybet li ser jineolojî û sûdên giyayên biharê hat lidarxistin.
Besê Îbrahîm ku ji wargeha Mexmûrê ye beşdarî festîvalê bû, di semînerê de qala zanyariyên li ser sûd û taybetmendiyên giyayên xwezayî kir û got ku ev giya ji bo dermankirina hinek nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê bisûd in.
Her wiha Sîma Hêmin jî, di semînerê de bal kişand ser têgeha ‘jineolojî’ û bingehên wê yên ramanî.
Sîma Hêmin destnîşan kir ku têgeha ‘jineolojî’ cara yekem di sala 2008’an de di pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de ji aliyê Rêberê damezrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan ve hat bikaranîn.
Beşdarên semînerê jî ragihandin ku pêşxistina mijarên ramanî û çandî di nav festîvalên gelêrî de, ji bo bilindkirina asta hişyariya civakî û xurtkirina rola jinê di jiyana giştî û çanda herêmê de gaveke girîng e.
Festîvala Giyayên Biharê û Xwarinên Kurdewarî ya li Binarê Qendîlê bi gelek çalakiyên hunerî, çandî, ramanî û nîşandana berhemên navxweyî dewam dike û dê îro festîval bi dawî bibe.