"Em encamnameya vê forumê gelekî girîng dibînin"

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ê ku tev li foruma aştiyê bûye, destnîşan kir ku divê Tirkiyê gavên lezgîn biavêje da ku aştî li herêmê bi cih bibe û diyar kir ku ji bo baweriya bi pêvajoyê xurt bibe, divê Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat birêxistinkirin, di 12`ê gulanê li Amedê dest pê kir.

Forum wê heta 16`ê gulanê bi çalakiyên cûr bi cûr berdewam bike.

Ji tevahiya Kurdistanê û gelek deverên cîhanê mirov beşdarî forûmê bûn.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ku bi şandeyeke ji Başûrê Kurdistanê tev li forûmê bûye ji ajansa Welat re axivî.

Omîd Xoşnaw da zanîn ku konferans ji bo tespîtkirina astengiyên li ber aştiyê, çareserkirina wan, vekirina rêyên diyalogê û bidestxistina mafên azadiyê gelekî girîng e.

"Başûrê Kurdistanê bi berdewamî piştgiriya proseya aştiyê dike"

Omîd Xoşnaw bal kişand li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Başûrê Kurdistanê jî bi berdewamî piştgirîya proseya aştîyê dike.

Xoşnaw anî ziman ku ew hêvî dikin ku Hikûmeta Tirkiyê û alîyên peywendîdar niyeta xwe ya aştîyê bi awayekî xurt nîşan bidin

"Divê di asta Kurdistanê de têkiliyên kurdan zêdetir bibin"

Omîd Xoşnaw dest nîşan kir ku divê di asta Kurdistanê de têkiliyên Kurdan zêdetir bibin.

Herî dawî Omîd Xoşnaw, tekez kir ku ji bo ku pêvajo bi ser bikeve, divê Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye