Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de berdewam dike.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku armanca Forûma Aştî û Azadiya Civakî ew e ku deng û rengên cuda bigîhîne hev û got:
“Dîroka vî welatî gelek caran di şer û koçberiyê re derbas bûye, têkoşîna bi salan a gelê me sebreke mezin bû.
Her çiqasî zehmetî hebin jî, em ê ji bo aştiyeke birûmet bi hev re bixebitin.
Em soz didin ku em ê aştiyê pêk bînin.”
Havva Kiran: Divê dewlet êşa dilê dayikan fêm bike
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kirang jî di Forumê de axivî û ev peyam da:
“Em ji bo aştiyê li hev civiyane. Ev 52 sal in hemû dayik êşê dikşînin û dîsa aştiyê dixwazin. Lê mixabin ti kesî bersiva dayikan nedaye.
Aştî ji nan û avê zêdetir ji bo me hewce ye. Divê dewlet êşa dilê dayikan fêm bike. Heke dewlet vê fêhm bike wê demê dê aştî bê vî welatî.”
Waliyê Dihokê Dr. Elî Tatar bal kişand ser girîngiya foruma aştî û azadiyê û got:
“52 sal di ser şehîdkirina Leyla Qasim re derbas bûn. Qedera me Kurdan a yekemîn şehîdbûn û bombebarankirin bû.
Ji ber vê yekê jî li ser rûyê vî welatî aştî û diyalog lazim e.
Niha pêvajoyeke aştiyê hatiye destpêkirin û di rojevê de ye.
Em ê wek Herêma Federeal a Kurdistanê bibin parêzvanên aştiyê.
Divê em ji bo aştiyê dev ji biryardariyê bernedin.”
Weysî Aktaş: Pêdivî bi veguherandina zihniyetê heye
Siyasetmedar Weysî Aktaş jî di forûmê de axivî û da zanîn ku meseleya Kurd yek ji meselayên herî girîng ên Rojhilata Navîn e û got:
“Înkarkirina nasnameya Kurd û derxistina Kurdan a ji derveyî hiqûqê, bûye stratejiyeke bingehîn.
Ji ber vê yekê, ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêdivî bi veguherîneke zihniyetê heye; divê dest ji înkarê were berdan û li ser bingeha hiqûq, demokrasî û azadiyê, rêyên avakirina jiyaneke hevpar werin nîşandan.”
Di Forumê de Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û got:
“Gelek siyasetmedaran ji vir peyamên girîng dan. Rêya aştiyeke birûmet û çareseriyeke mayînde di Amedê re derbas dibe.
Gava ku ev îrade bi perspektîfa çareseriyê ya Enqereyê re bigihîje hev, dê ew perspektîf pirsgirêkên herî aloz ên herêmê çareser bike.”
Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya ku 12`ê gulanê dest pê kir, wê heta 16`ê gulanê berdewam bike.