Salvegera 39'emîn a Raperîna Helebçeyê hat bibîranîn

Li Helebçeyê ya başûrê Kurdistanê bi merasîmekê salvegera 39'emîn a serhildana xelkê Helebçeyê hate bibîranîn. Di merasîmê de hat gotin ku bîranên wisa pîroz û girîng in, divê her tim di nava civakê de zindî bên hiştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya 39 salan wekî îro xelkê Helebçeyê li dijî rêjîma Baasê serî hilda.

Ji bo bîranîna vê rojê, li salona Ruwange a Helebçeyê merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de, Rêveberê Bîrdariya Şehîdên Helebçeyê Mihemed Heme Seîd axivî û got:

"Em vê rojê bi bîr tînin, beriya 39 salan xelkê Helebçeyê qurbanî dan û li dijî rejîma Baas rabûn.

Di wê rojê de xelkê Helebçeyê jêhatîbûna xwe û gelê Kurd nîşanî herkesî da."

Mihemed Seîd eşkere kir ku divê nifşên nû di van bîranînên girîng de amede bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye