Li Rojava ji ber bihabûna mazotê nan biha bû

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê piştî hatina desthilata Şamê mazot biha bû. Di encama wê de jî firinên nan hatin girtin û nan biha bû û bû 5 hezar û 500 lîre.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh Gerînendeya Sotemeniyê li Hesekê bi daxuyaniyekê bihaya mazota pîşesazî, nangehên teybet û saziyan kir 55 sent.

Îro li Hesekê ji hêla Komîteya Nanpêjxaneyên Herêma Cizîrê û Yekîtiya Nanpêjxaneyên taybet li bajarên Qamişlo û Hesekê, civînek hat lidarxistin. 

Di civînê de bandorên zêdebûna bihayên mazotê û bandora wê li ser bihayên nanê taybet hat gotûbêjkirin.

Piştî gotûbêjan biryar hat dayîn ku bihayê her kîseke nanê taybet 5 hezar û 500 lîre be ku berê bi 4 hezar lîreyan dihat firotin.

Ev bihabûn jî piştî ku Hikûmeta Veguhêz hemû jêderên enerjiyê xist jêr kontrola xwe pêk hat.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye