QSDˊê têkildarî kişandina herêmê ber bi rageşiyê ve hişyarî da

QSDˊê têkildarî parvekirina agahiyên şaş ji hêla ˋWezareta Parastinêˊ ya hikumeta veguhêz ve û kişandina herêmê ber bi rageşiyê ve hişyarî da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê hişyarî li ser parvekirina agahiyên şaş ji hêla ˋWezareta Parastinêˊ ya hikumeta veguhêz ve û kişandina herêmê ber bi rageşiyê ve da.

QSDˊê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan: "Hêzên me daxuyaniyên berovajî yên ji ˋWezareta Parastinêˊ ya hikumeta Şamê der barê rewşa meydanî ya li derdora Meskenê û Dêr Hafirê tên dayîn dişopînin. Em diyar dikin ku tu tevger an jî sewqiyetên leşkerî yên hêzên me li wan herêmên navborî nîn in û tevahî îdiayên hatine gotin bê bingeh in.

Lê di bingeh de tevgerên meydanî yên komên hikumeta veguhêz bi xwe hene.

Dubarebûna van îdiayan ji hêlaˋWezareta Parastinêˊ hewldana derxistina nakokiyê û zemîna hincetên rageşiyê çêdikin. Em van aliyên li pişt van îdiayan berpirsiyariya tevahî rageşiyên gengez dibînin.

Em hişyariyê ji berdewama vê metoda tehrîdkirinê didin û diyar dikin ku em pabendî hilbijêra agirbestê ne û mafê me yê rewa heye ku parastina herêm û sivîlan bikin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye