21 zarok û jinên çeteyên DAIŞ'ê ji kampa roj derketin

Koma dawîn a jin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê yên welatiyên Awistralyayê ji Kampa Roj a Rojavayê Kurdistanê derketin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berpirsekî kampê diyar kir ku koma dawîn a ku ji 21 kesan ji wan 14 zarok û 7 jinên malbatên DAIŞ'ê ne pêk dihat, ji kampê derket.

Berpirs eşkere kir ku ev kom di 21'ê Gulanê de radestî aliyên têkildar hatiye kirin, da ku wan bigihînin welatê wan.

Heman berpirsî da zanîn ku niha welatiyên Awistralyayê li kampê tune ne.

Kampa Roj a li Dêrikê yek ji kampên xeternak ên cîhanê ye.

Ji ber ku ev kamp bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî lê dijîn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye