Di nava du rojên dawî de, barîna tozê ya dijwar li bajarên Hewlêr û Kelarê yên Başûrê Kurdistanê, ji ber bêhntengiyê 43 kes rakirine nexweşxaneyan
Li gorî daxuyaniya Ragihandina Nexweşxaneya Lezgîn ya Rojava ya Hewlêrê, kesên ku rakirine nexweşxaneyê ji ber barîna tozê amûrên nefestengbûnê li wan hate belavkirin.
Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 23 kes ji ber nefestengbûnê, rakirine nexweşxaneyê.
Di derbara vê mijarê de, nexweşxaneya Lezgîn a Şehîd Hejar a li Kelarê jî diyar kir ku, ji duh ve 20 kes rakirine nexweşxaneyê.