Bessent: Em ê cezayên herî tund li ser Îranê bisepînin

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent duh di hevpeyvîneke xwe de ragihand ku Amerîka dixwaze cezayên herî tund li ser Îranê bisepîne. Her wiha Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê eşkere kir ku wan cezayên nû li ser hindek kompanî û kesayetiyên girêdayî Îranê sepandine. Wezareta Karên Derve ya Îranê jî cezayên Amerîkî yên nû yên li dijî Îranê şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent roja pêncşemê 20ê tebaxê ji CNBC’ê re axivî û behsa mijara cezayên nû yên li ser Îranê kir.

Scott Bessent got ku Amerîka dixwaze cezayên herî tund ên dîrokî li ser Îranê bisepîne û dê ji bo îzolekirina aborî ya hevrêz a Îranê tedbîran bigire.

Bessent lê zêde kir ku heke welat pêkoliyê bikin ji bo ku bi Îranê re bazirganiyê bidomînin, Amerîka dê li dijî wan tedbîran bigire.

Di dawiyê de, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent anî ziman ku ew ê tedbîrên Amerîkayê roja duşemê di civîneke çapemeniyê de rave bike.

Komîteya karûbarên derve ya Amerîkayê: fişarên herî zêde bidomînin

Li aliyekî din jî, Komîteya Karûbarên Derve ya Meclisa Nûnerên Amerîkayê, ji rêveberiya Donald Trump daxwaz dike ku fişarên herî zêde li ser Îranê bidomîne.

Komîteyê bi destnîşankirina ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Îran xistiye bin fişareke giran, li ser platforma Xê wiha nivîsand:

"Ev fişara aborî ya ku hatiye sepandin, dê çavkaniyên darayî yên hikûmeta Îranê ji bo kiryarên terorîstî bi tundî kêm bike û wê bixe ser çokan.

Fişarên herî zêde bidomînin."

Amerîkayê ceza li ser 21 kes, 16 kompanî û 10 keştiyan sepandin

Têkildarî mijara cezayan, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê roja pêncşemê ragihand ku wan cezayên nû li ser Îranê sepandine.

Wezaretê diyar kir ku 21 kes, 16 kompanî û 10 keştiyên girêdayî Îranê bûne armanca cezayên nû.

Wezaretê da zanîn ku cezayên nû yên li ser Îranê ne di çarçoveya cezayên berfireh de ne, yên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwaribû ku ew ê wan li ser Îranê bisepîne.

Donald Trump roja pêncşemê bi weşandina peyamekê li ser platforma Truth Socialê nivîsandibû ku wî şerekî aborî li dijî Îranê da destpêkirin û ew ê cezayên aborî yên tund li dijî Îranê pêk bîne.

Îran: Cezayên nû mînakek in li ser terorîzma aborî

Di bersiva nivîsa Trump a der barê sepandina cezayên aborî de, Wezareta Karên Derve ya Îranê bi daxuyaniyekê cezayên aborî yên nû yên li dijî Îranê şermezar kirin.

Wezaretê ev ceza wekî mînakekê li ser terorîzma aborî û sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kir.

Her wiha Wezaretê ragihand ku berpirsiyariya encamên vê siyasetê dê li ser hikûmeta Amerîkayê û planker û cîbicîkarên wê be.

Wezareta Karên Derve ya Îranê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ê bi berdewamî bi fişarên leşkerî, aborî û siyasî yên Amerîkayê re rûbirû bimîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye