Ji aliyekî, Rûsya amadebûna xwe ji bo pêşniyarên aştiyê li Ûkraynayê nîşan dide û ji aliyekî din jî êrîşên xwe berdewam dike.
Dîplomatekî payebilind ê Rûsî da zanîn ku Rûsya amade ye guh bide pêşniyarên nû li ser çawaniya gihîştina çareseriyekê ji bo nakokiya bi Ûkraynayê re, lê divê her pêşniyarek "rastiya li ser erdê" nîşan bide.
"Amerîka amadebûna xwe ji bo têgihîştina helwesta Rûsyayê nîşan daye"
Ji aliyê xwe ve jî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov diyar kir ku Amerîkayê amadebûna xwe ji bo diyalogeke avaker û têgihîştina helwesta Rûsyayê nîşan daye û got:
"Di vê qonaxê de, ya herî girîng ew e ku Washington heta çi astê dikare bandorê li biryarên rejîma Kîevê û sponsorên wê yên Ewropî bike, yên ku hîn jî xewna têkçûna stratejîk a Rûsyayê dibînin."
Her wiha danûstandinên di navbera Rûsya û Amerîkayê de ji bo bidawîanîna nakokiya li Ûkraynayê bi piranî rawestiyane, ji ber fikarên berfirehtir ên Amerîka bi şerê Îranê re heye.
Artêşa Rûsya alavên leşkerî yên artêşa Ûkrayna li Rinne hedef girtin
Li rex van pêşketinên ji bo bidawîanîna li şer jî Rûsya êrîşên xwe li ser Ûkrayna didomîne.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan şeva borî depoyên çek û alavên leşkerî yên artêşa Ûkraynayê li bendera Rinne ya herêma Odessa ya li başûrê Ûkraynayê bombebaran kirin.
Wezaretê piştrast kir ku hêzên Rûsî êrîşên xwe li ser binesaziya bendera Ûkraynayê ya ku ji hêla artêşa Ûkraynayê ve tê bikaranîn berdewam dike.
Di 6 mehên dawî de êrîşên Rûsya zirar dan 300 benzînxaneyên Ûkrayna
Wezîrê Enerjiyê yê Ûkraynayê Denys Shmyhal da xuyakirin ku êrîşên Rûsyayê yên di 6 mehên dawî de li seranserê Ûkraynayê zirar dan zêdetirî 300 benzînxaneyan an jî wêran kir.
Shmyhal got: "Bê guman ev ji bo aboriya me windahiyên girîng in."