Japonya rastî bahozeke wêranker hat ku leza wê 260 kîlometre di saetekê de bû, di encamê de, 89 kes birîndar bûn û li pey xwe wêraniyeke mezin hişt.
Bahozê li parêzgeha Çizuokayê da û rayedaran piştrast kirin ku ev bahoz di dîroka Japonyayê de ya herî bihêz bû.
Bandora herî zêde li deverên Makinohara û Yoşida çêbûn, ku zêdetirî 1200 avahî wêran bûn û berî rabûna bahozê jî, rayedarên Japonyayê daxwaz ji 600 hezar kesan kiribûn ku ji malên xwe derkevin û ji navçeyê dûr bikevin, da ku ji ziyanên bahozê bêne parastin.
Li bajarê Peipah ji ber bahozê 24 kes birîndar bûn, zêdetirî 40 xanî wêran bûn û elektrîk jî li ser 14 hezar kesan qut bû.
Di nav 65 salên dawiyê de, Japonya 13 carin rastî bahozên wêranker tê.