Hêzên Sûriya Demokratîk debarê operasyonê de daxuyaniyek da û ragihandin ku wan li dijî DAIŞ`ê 2 operasyon pêk anîne.
Hat ragihandin ku operasyona yekemîn bi beşdariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundê Berîha yê herêma Bisêra yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hat kirin.
Di vê operasyonê de çeteyek hat girtin û miqdarek çek jî hatin desteserkirin.
Operasyona duyemîn jî li gundê Sebha yê herêma Besîra hat lidarxistin, şaneyeke DAIŞ’ê bêbandor kir û 2 çete jî girtin.
Li Dêrazorê 4 parêzvanên tesîsên petrolê hatin kuştin
Her wiha li Dêrazorê vê sibehê jî çekdarên nenas bi bombeyekê êrîşî otobûseke Wezareta Enerjiyê kir.
Di encama êrîşê de 4 parêzvanên tesîsên petrolê hatin kuştin û 9 karker jî birîndar bûn.