Hêzên Hikûmeta Veguhêz êrişî gundên Siwêdayê kirin

Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi çekên giran gundewarê bakurê Siweydayê topbaran kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê careke din agirbesta li Siweydayê binpê kirin.

Berbanga vê sibehê Hêzên Hikûmeta Veguhêz ên ku li gundê Rîma Hazim bi cih bûne, bi çekên giran û hawanan gundên Selîm û Etîl ên bakurê Siweydayê dan ber topan.

Şervanên Hêzên Parastina Siweydayê bersiva êrişê dan û di encamê de şer derket. 

Heta niha derbarê encamên şer de ti agahî nehatine belavkirin.

Ji tîrmehê ve li Siweydayê agirbestek hatibû ragihadin, lê Hêzên Hikumeta Veguhêz gelek caran agirbestê binpê dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye