Di demekê de tê payîn ku dê gereke nû ya dan û standinên Îranî-Amerîkî li Îslamabadê pêk were.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku ew amade ye, ku bi rêberên payebilind ên Îranê re bicive, bi şertê ger di dan û standinan de pêşketinek çêbibe.
Her wiha Donald Trump diyar kir ku divê kes di vê qonaxê de lîstikan nelîze.
Trump zêde kir ku rêveberiya wî baş dizane ka kî Îranê bi rê ve dibe û got:
"Em bawer dikin ku em bi mirovên rast re mijûl dibin."
Serokê Amerîkayê dubare kir ku bingeha van dan û standinan neguheriye, divê Tehran dev ji lêgerîna xwe ya çekên nukleerî berde.
Di heman demê de Donald Trump gefa xwe ya vegera vebijarka leşkerî dubare kir û ev peyam da:
"Ger dan û standin negihêjin ti encamê û agirbest bi dawî bibe, bombe wê di hundirê Îranê de bi tundî biteqin.
Ger Îran beşdarî dan û standinên li Pakistanê nebe, em ê bi tundî li wan bidin."
Ji aliyekî din, Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku aliyê Amerîkî bi Îraniyan re li hev kiriye, ku beşdarî dan û standinên Îslamabadê bibin, tevî înkarkirina wan.
Di postekê de li ser platforma xwe ya Truth Socialê, Trump wiha got:
"Îsraîlê qet min razî nekiriye ku ez bi Îranê re şer bikim.
Encamên 7'ê Cotmehê bûn ku baweriya min a bi tundiyê xurt kirin, ku Îran nikare bibe xwedî çekên nukleerî."