Li Yemenê, Aloziya ku ji ber Husiyan berdewam e, careke din ket rojevê.
Sky Newsê ku xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku, Amerîkayê êrîşeke asmanî li ser cihekî mûşekan ê Hûsiyan li parêzgeha Abyan a başûrê Yemenê pêk aniye.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku dronek li herêma Burkan a navçeya Mukayrasê ku di bin kontrola Hûsiyan de ye, platformeke mobîl hedef girtiye.
Niştecihên herêmî piştrast kirin ku wan dengên teqînan li deverên cuda yên navçeyê bihîstine.
Herêma Burkanê li herêmeke çiyayî di navbera parêzgehên Abyan û Beydayê de ye, ku li ser Deryaya Ereban dinêre.
Ev pêşketin bi gefên nû yên ji aliyê rêxistinê ve ji bo girtina Tengava Bab Mandebê, di nav aloziyên Amerîka-Îranê de, hevdem e.
Serokê Hûsiyan Huseyîn Ezzî diyar kir ku, Hûsî "dikarin" girtina tevahî ya tengavê ferz bikin.
Ezzî bang li DYA'yê û civaka navneteweyî kir ku, polîtîkayên xwe yên li hemberî Yemen û herêmê biguherînin.