Jineke Îranî li Los Angelesê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hat girtin

Jineke Îranî li balafirgeha Los Angelesê, bi tawana bazirganiya çekan ji bo Îranê, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hat girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî raporeke New York Postê, Nivîsgeha Dozgerê Amerîkayê ya Navçeya Navendî ya Kalîforniyayê ragihand ku jina Îranî ya bi navê Şemîm Mavî ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.

Şemîm Mavî ya 44 salî karsazeke Îranî ye, û ew xwediya karta rûniştinê ya daîmî (karta kesk) li Amerîkayê ye.

Li gorî raporê, Şemîm Mavî bi tawana navbeynkariya veguhastina peymanên çekan wekî dron, bombe û cebilxaneyên rastîn ên Îranê, da ku ji bo Sûdanê hatibana şandin, hatiye girt.

Belgeyên dadgehê eşkere kirin ku Mavî di heman demê de bi Wezareta Îstîxbarat û Ewlehiyê ya Îranê re têkiliyeke nêzîk digirt û peymanên çekan pêk dianî.

Her wiha li gorî belgeya dadgehê, Wezareta Îstîxbarat û Ewlehiyê ya Îranê talîmat û pere dabûn vê jina Îranî da ku li Amerîkayê şîrketekê veke, ku wê wekî bergiriyekê ji bo çalakiyên xwe bikar bîne.

Şemîm Mavî di sala 2013'an de ji Îranê derket, û di sala 2016'an de di dema rêveberiya Obama de mafê rûniştinê yê daîmî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wergirt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye