Wezareta Parastinê ya Îtalyayê: Me îro hêzên xwe ji Îraqê vekişand

Wezareta Parastinê ya Îtalyayê îro ragihand ku hêzên xwe yên dawî ji Îraqê vekişandin, bi wê yekê hebûna leşkerî ya 12 salan bi dawî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Îtalyayê diyar kir ku hêzên Îtalyayê û NATO’yê bi rayedarên herêmî re li hev kirine ku heta 30’ê îlonê ji herêmê derkevin.

Wezaretê îro ragihand ku hêzên xwe yên dawî ji Îraqê vekişandin û tenê efser wekî beşek ji Mîsyona şandeya YE’yê bi erêkirina hikumeta Îraqê hiştiye.

Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto diyar kir ku vekişîn nîşana veguherînekê ye.

Crosetto da zanîn ku ji niha û şûnde Îraqê berpirsiyariya ewlehiya xwe digire ser xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye