Aloziya DYA û Îranê: Danûstandin asê man, gefên Trump ên leşkerî derketin pêş

Hewldanên navbeynkariya Qeterê ya ji bo çareserkirina krîza navbera Washington û Tehranê bê encam man. Çavkaniyên Amerîkî diyar dikin ku piştî hilbijartinên dema navîn, gengaz e Serok Donald Trump fermana êrîşên leşkerî û operasyonên şer ên berfireh li dijî Îranê bide.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malpera "Axios" ji ser zarê sê çavkaniyên agahdar ragihand ku hewldanên vê hefteyê yên navbeynkarên Qeterî nekarîn di qada dîplomatîk de rêyeke nû vekin. Hat diyarkirin ku pêşveçûna heyî pir sînordar maye û her du alî jî amade nînin ji helwestên xwe paşve gav bavejin.

Plana Qeterê ya bê encam

Navbeynkarê Qeterî Elî El-Zewadî pêşniyareke lihevkirinê ya ji du rûpelan pêşkêşî Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî kiribû. Di vê planê de daxwaza Îranê ya ji bo rakirina ambargoya deryayî ya DYA'yê û daxwaza Amerîkayê ya ji bo tawîzên nûkllerî yên Îranê cih digirt. Lê belê, çavkaniyan destnîşan kir ku danûstandin asê mane û Îran daxwazên wiha dike ku DYA nikare qebûl bike.

Gefên Trump û helwesta Îranê

Her çend berpirsên Qesra Spî di destpêkê de hevdîtin wekî "erênî" binav kirin jî, Donald Trump li ser tora xwe ya civakî "Truth Social" ragihand ku wî tu tişt pêşkêşî Îranê nekiriye. Trump ji rojnamevanan re got: "Karê wan pir xerab e. Ez nizanim bê ka amade ne teslim bibin yan na... Lê ew ê teslim bibin. Armanc rêgirtina li çeka nûklerî ye û Îran nabe xwedî çeka nûklerî."

Li aliyê din, Sekreterê Civata Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Muhsin Rezaî diyar kir ku wan şertên xwe gihandine Amerîkayê, lê "Trump di nava zeligavekê de maye ku nikare ne danûstandinan bike û ne jî şer bike."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye