Li Pakistanê 10 leşker hatin kuştin

Li Wezîristana Başûr, karwaneke leşkerî ya Pakistanê, rastî êrîşeke çekdarî hat. Di encama êrîşê de, 10 leşkerên wan hatine kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku ev êrîş, li herêma Tangi ya li Wezîristana Başûr a parêzgeha Xyber Pakhtunkhwa, pêk hatiye.

Heta niha, derbarê êrîşê de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Di heman demê de, Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaja Asif, ragihand ku niyeta welatê wî tune ye ku bi Talîbana Pakistanî re danûstandinan bike.

Khawaja Asif tekez kir ku têkiliyên heyî, tenê ji aliyê Talîbana Afganistanê ve têne kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye