Dîrektorê Rojhilata Navîn a Banka Cîhanî Jean-Christophe Carret, diyar kir ku lêçûna ji nû ve avakirina Sûriyê dê ji 216 milyar dolarî derbas bibe û got:
"Zehmetî pir mezin in, lê Banka Cîhanî li kêleka gelê Sûriyê ye."
Li gorî raporê, şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de dest pê kir, nîvî aboriya welêt têk biriye.
Hat gotin ku wêraniya herî giran li Heleb, Şam û Humsê çêbûye.
Hikûmeta demkî ya HTŞ’ê ya piştî Esed hat ser desthilatdariyê plan dike ku bi welatên Kendavê re pêşengiya hewldana ji nû ve avakirina Sûriyê bike.
Peymanên veberhênanê bi Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyê re hatine îmzekirin.
Di raporê de hat gotin: "Girîng e ku civaka navneteweyî hevgirtin û hevkariya xwe ji bo Sûriyê seferber bike."