Wezîrên karên derve yên Rûsya û Almanyayê civiyan

Wezîrên karên derve yên Rûsya û Almanya li kêleka civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, civiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Karbidestên her du welatan got ku her du wezîr li ser têkiliyên dualî û şerê li Ûkraynayê axivîne.

Li gorî Reutersê Yohan Vadevoll ji Sergey Lavrov xwestiye ku her tiştê ji destê wî tê bike da li ser hinardekirina genim bi rêya Deryaya Reş peymanek çêbibe.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî diyar kir ku Rûsya bi Hindistan, Misir û Tirkiyê re li ser pêşniyarên ji bo misogerkirina gera ewle li Deryaya Reş hevdîtinan dike.

Her wiha dibe ku peymanine dualî di navbera Rûsya û wan welatan de pêk werin.

Di heman demê de Lavrov wiha got:

 "Pêdivî bi nîqaşên cuda bi Ûkraynîyan re heye, ne bi zimanê daxwazan, lê bi zimanê mercan."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye