Welatên li giravên Pasîfîkê dixwestin lûtkeya COP31ê ya 2026an li Awustralyayê bê lidarxistin.
Dema ev pêk bihatana wê zirara germahîya avhewayê dide welatên Pasîfîkê wê derketana pêş.
Dîplomatê payebilind ê Papua Gîneya Nû ji AFP´ê re got ku ew ji vê biryarê dilşikestî ne. .
Wezîrê Derve Justin Tkatchenko jî ji AFP´ê re diyar kir ku ew hemî ji vê biryarê ne kêfxweş in .
Her wiha Justin bernameya COP30yê ya li Brazîlê wekî windakirina demê bi nav kir.
Serokwezîrê berê yê Tûvalûyê jî rexne li Awustralyayê kir û got, têkoşîna li hemberê avhewayê ne xema vî welatî ye.