Di nava rawestandina demkî ya şerê li herêmê de, nakokî û nerazîbûn derdikevin pêş.
Kenala Îsraîlî ya 13 ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zextê li Îsraîlê dike da ku şerê li Îran, Libnan û Xezeyê re bi dawî bike.
Li gorî kanalê, ev yek di peyama ji aliyê fermandarê Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Amîral Brad Coop، di serdana wî ya dawiya hefteyê ya Îsraîlê de hat eşkere kirin.
Kenalê diyar kir ku artêşa Îsraîlê Amîral Brad Coope agihdar kiriye ku eger were îspat kirin ku Tehran dixwaze çekek navokî bi dest bixe an jî bernameya xwe ya mûşekî bidomîne, ew dikare dîsa mudaxeleyî Îranê bike.
Trump plana aştiyê ji bo Xezayê pêşkêş kir
Nêzîkî deh roj berê jî Trump çavkaniyên xwe yên siyasî ber bi Xezeyê ve birin û ragihand ku encumena wî ya aştiyê bi Hamasê re li ser bêçekkirina wê ya tevahî "lihevkirinek dîrokî" gihîştiye.
Nûnerê taybet ê encumenê Nikolay Mladenov rave kir ku pêvajoya bêçekkirinê divê "hevdem" bi vekişîna hêzên Îsraîlê re pêk were.
Benjamin Netanyahu pilana Trump ya ji bo Xezayê red kir
Lê belê, daxuyaniya Serok Wezîrê Îsralê Benjamin Netanyahu nîşan didin ku şansên razîkirina wî ji bo beşdarbûna vê "lihevkirinê" kêmin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku welatê wî plana aştiyê ya dawî ya ji bo Xezeyê ku ji aliyê Amerîka ve tê piştgirîkirin red dike.
Benjamin Netanyahu bi zelalî got ku heta ku Hemas bi temamî bêçek nebe artêşa Îsraîlê ji Xezayê venakişe.
Di bersiva van gotinan de jî berpirsekî payebilind ê Hamasê wiha red kir:
"Em hêvî dikin ku navbeynkarê Amerîkî zextê li Netanyahu û hikûmeta wî bikin da ku pabendî nexşerêyê bibin.
Ji ber ku sedemên siyasî û hilbijartinê yên navxweyî pêvajoyê asteng nekin."