Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî civînek bi patronên şîrketên petrolê re lidarxist.
Bikaranîna petrola Venezuelayê rojeva civînê bû.
Trump got ku ew dixwaze di sektora petrolê ya vî welatî de 100 milyar dolar veberhênan bike.
Armanca vê veberhênanê zêdekirina hilberîna petrolê ye.
Trump got, ev yek ji bo berjewendiya Amerîka, gelê Venezuelayê û tevahîya cîhanê ye.
Trump da zanîn ku ew ê Amerîka biryar bide ka kîjan şîrketên petrolê wê li Venezuelayê xebatê bikin.
Serokê Amerîkayê hefteya borî ragihandibû, wî peymana petrolê ya 50 milyon bermîl petrolê bi Venezeulayê re îmze kirîye.
Nirxê petrola ku Amerîka wê ji vî welatî bikire li derdora 3 milyar dolarî ye.
Washington: Divê Amerîka petrola Venezuelayê kontrol bike
Qesra Spî dibêje, divê Amerîka bikaribe dahatên petrolê yên Venezuelayê bêdawî kontrol bike.
Kontrola qala wê tê kirin wê bi destên şîrketên mezin ên petrolê pêk were.
Niha Chevron, Vitol û Trafigura hewl didin, ji hikûmeta Trump lîsansê bigirin da ku bazirganîya petrola Venezuelayê bikin.
Tevî vê jî, şîrketên mezin ên petrolê ji ber lêçûyînên bilind û tunebûna aramîya li welêt naxwazin planên demdirêj ji bo Venezuelayê bikin.